IraqNûçeRojhilatanavin

Emar Hekîm: Nabe ku Waşîngton tenê bûyerên Behrêynê şermezar bike

Serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê îro çarşemiyê ji Amerîkayê xwest ku tenê bûyerên ku li Behrêynê diqewimin şermezar neke.

Li gorî repora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê (ISNA) ji zarê kanala televîziyona Sûmiriyê, Emar Hekîm serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê li nivîsgeha xwe ligel taximekê ji kongreya Amerîkayê bi serokatiya Sênator Korî Boker hjevdîtin pêk anî û li vê hevdîtinê şerê azadkirina Mûsilê ji destêî DAIŞ`ê hat hilkolandin.

Emar Hekîm li ser miajrên sereke yên pêncgane ji bo qonaxa piştî DAIŞ`ê ku stratijiya ewlehiyê ku li ser hewildana ewlehî û ewlekariyê piştî azadkirina axa Iraqê  û plana giştalî ji bo hemî iraqiyan ji riya fraksiyoneke serakomî û serapartîtî û avedankirna bajaran û vegerandina awareyan digire ber xwe, pêgirî kir.

Vî rayedarê iraqî li ser girîngiya pêkanîna peywendiyên stratijîk ligel Amerîkayê ji bo serêxwegirtina berjewendiyên  du aliyan li ser esasa cîgeha dîrokî û rpla wê li navçeyê pêgirî kir.

Li vî halî sênatorê amerîkî jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe li bara rêberiya hişmendiya Emar Hekîm got ku ew bi raberkirina wê nêrîna giştalî û rêçareyên ku rewşa rastîn a Iraqê berçav digire, çavkaniya hêviyê ji bo derbaskirina pirsgirêkan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu