NûçeÎranRojhilatanavin

Li seranserî Îranê gel ji bo şermezarkirina cinayeta terorîstî li Şîrazê meşiya

Gelê Îranê piştî xwendina nimêja Înê bi lidarxistina meşê cinayeta terorîstî li herema paqij a Ehmed ibni Mûsa (S) şermezar kir.

Roja Çarşemiyê, 26ê Cotmeha 2022an kesekî çekdar bi têketina nav herema paaqij a Şahçirax li bajarê Şîrazê ziyaretkir dan ber gulleyê; Li gorî ragihandina Muhibîpûr alîkarê siyasî-ewlehî yê parêzgarê Farisê, di encama vê êrîşa terorîstî da 13 kes şehîd û 30 kes jî birîndar bûn.

Koma terorîstî ya DAIŞê bi daxuyaniyekê berpirsyariya vê kiryarê girt ustiyê xwe.

Gelê Tehranê û seranserî Îranê îro (În) bi meşa xwe cinayeta herema paqij a Ehmed ibni Mûsa (S) şermezar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Meşa îro piştî xwendina nimêja Înê li Tehranê ş hevdem li seranserî Îranê hat lidarxistin.

Gel di van meşan da tevî diyarkirina hevxemiya xwe digel malbatên şehîdên bûyera terorîstî li Şîrazê, nefreta xwe ji dijminên Îrana Îslamî nîşan da.

Hevdem digel vê meşê, meytê şehîd sergord Emîr Kemendî û şehîdê bijare Seyid Ferîd Mesûmî jî piştî nimêja Înê ya Tehranê hat oxirkirin.

Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî jî di daxuyaniya dawiyê ya meşa îro da tevî şermezarkirina bûyera terorîstî li Şahçiraxê (S) ragihand: Tawanbarê sereke yê van cinayetan hikûmeta zorbêj û ber bi têkçûnê ya Amerîkayê û rejîma nehs a siyonîst û desthilatdarên kirêgirtî yên navçeyî yên istikbarê (sêgoşeya erebî-ibrî-rojavayî) ye û bi yeqîn ev hakimên zorbêj û cinayetkar bi taybet hakimên kirêgirtî yên navçeyê dê berdêla giran a cinayetên xwe bidin.

Başa dön tuşu