NûçeIraqRojhilatanavin

Li Silêmaniyê tirombîlek teqiya û du kes birîndar bûn

Li nêzî pirojeyeke bicihkirinê li taxa Raperînê ya bajarê Silêmaniyê, tirombîlek teqiya, du kes birîndar bûn û hêzên Asayîşê jî li cihê wê teqînê dest bi lêkolînê kirin.

Li gorî medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, du kes di wê tirombîlê de bûn ku her du endamên Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKK`ê bûn û her du jî birîndar bûne.Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistana Iraqê her li bara wê teqînê de şiroveyek parve kir û tê de ragehand: Saet 11:30 xulekan a berî nîvroya îro Sêşemiyê, ji ber teqîna tiormbîlekê ku heta niha sedema teqîna wê nehatiye zanîn, du kes bi giranî birîndar bûn, ku yek ji wan şofêrê wê tiormbîlê bû. Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistana Iraqê herwiha ragehand, lêkolînên li ser sedema wê teqînê berdewam in.”

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu