EfrîqaNûçe

Li Somaliyê êrişa bombeyî: 29 kuştî gelek birîndar

Hat ragihandin ku li paytextê Somaliyê li nêzî baregeha keştiyan a navneteweyî ya Mogadişuyê êrişeke bombeyî pêk hat, li gorî zanyariyên pêşî di êrişê de herî kêm 29 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehî hatine wergirtin, xwekuj dema bi wesayîta bombebarkirî gihîştiye devê deriyê baregeha keştiyan a navneteweyî xwe teqand.

Li gorî agahiyên çavkanî di êrişa xwekujî de herî kêm 29 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

Hat ragihandin ku berpirsyariya êrişa xwekujî rêxistina El Şebabê girtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu