CîhanMafên MirovanNûçe

Li Sri Lankayê şeş teqîn: 137 kes hatin kuştin

Li paytexta Sri Lankayê bajarê Kolomboya û çend bajarên din vê sibê Yekşemê (21.04.2019) çend teqîn çêbûn û li gor zanyariyên destpêkê bi kêmanî 137 kesan canê xwe ji dest dan û 400 kesên din jî birîndar bûn.

Teqînan sê dêr û sê otêl kirine armanc, li ber dêran di dema birêveçûna Cejna Qiyame de çêbûne.

Li gorî agahiyên ku heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin, herî kêm 137 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kesan jî birîndar bûne.

Heta niha ti aliyan ew teqîn negirtine sikura xwe.

Sri Lanka graveke dikeve başûrê Asya û ola ji sedî 70yê akinciyên wê Budî ye, ji sedî 12 Hindo ne, ji sedî 10 Misilman û ji sedî 8 jî Xirîstiyan in.

Başa dön tuşu