CîhanNûçe

Li Sudanê di pevçûnan de 48 kes hatin kuştin

Navenda Komîteya Pizîşkên Sudanê ragehand, li bajarê Cineyne ya ser bi eyaleta Darfur a rojava di pevçûnên derketin de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan, 97 kes jî birîndar bûn.

Heman komîteyê ragehandiye: Li Cineyneyê roja şemiyê di encama bûyerên bi xwîn de li gor agahiyên destpêkê 48 kesan jiyana xwe ji dest dane, 97 kes jî birîndar bûne.

Serokwezîr Ebdullah Hamduk biryar daye, di serokatiya serdozger Tacussir El Habir de, lêjneyekî ji nûnerên artêş, îstixbarat û dadgehê pêkhatî bişîne bajarê Cineyne.

Li herêma Kirindag a ser bi bajarê Cineyne di navbera du gruban de pevçûn derket û demekî kurt de ew pevçûn gur bû û vegeriya bûyerên tundiyê.

Parêzgariya Darfur a rojava ji duh pê de heta fermaneke din qedexeya derketina derve ragehandibû.

Başa dön tuşu