NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûrîyê 18 zarok hatin kuştin û birîndar kirin

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku di encama teqîna mîneka ji têrorstên DAIŞ`ê li rojhilata Dêrezorê mayî de, 18 zarok hatin kuştinê û birîndar bûn.

Ligorî rapora Malpera Al Ahdê, ew mîna li hewşa medereseyeke gundê Teyyibe li derdora rojhilata parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê teqîyaye ku di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û 17 zarok jî birîndar bûn.

Ligorî raporê, zarokên birîndar temê wan di navbera 6 heta 13 salî da ye û rewşa 2 zarokên birîndar jî xedar e.

Başa dön tuşu