NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûrîyê bombe teqîya; 15 leşker birîndar bûn

Di encama teqîna bombekê li rex cadeya Dera – Şamê da 15 hêzên ewlehîya hundurîn ên Sûrîyê birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundur a Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand: “Dema hêzên ewlehîya hundur ji erkdarîyekê dizivirin, ser rêya Şamê bombeyeke rex cadeyê ya ku terorîstan danîbûn teqiya û di encamê da 15 hêzên ewlehîyê birîndar bûn ku rewşa 7 kes ji wan giran e.”

Di dewama daxûyanîya Wezareta Karên Hundur a Sûrîyê da hatîye: “Hêzên polîs ên gerok demlidest piştî teqînê xwe gîhandin cihê bûyerê û gîhandina alîkarîyê bo birîndaran dest pê bû û lêkolînên ji bo naskirina kesên bobme danîbûn û dozvekirina hiqûqî dijî wan didomin.”

Ev bûyera di halekî da ye ku hêzên leşkerî û ewlehîyê yên Sûrîyê di van rojên dawîyê da karîn cebilxaneyeke mezin a terorîstan li taxeke şarê Der’ayê li mala serkirdeyekî DAIŞ’ê keşif bikin.

Parêzgeha Der’ayê di nîveka havîna 2017an da bi dû têkbirina DAIŞ’ê û terorîstên din, bi destê artêşa Sûrîyê hat azadkirin, lê hela jî hin şaneyên terorîst ên nihênî û razayî li vê parêzgehê hene û carina dest bi terorê dikin.

Başa dön tuşu