NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûriyê terorîstan bi hev ketin

Li Idlibê rêxistina terorîst Cundul Aksa ku ji El Nusrayê qut bûbû û Ahrar’uş Şam a nêzîkî El Qaideyê 3 meh berê şer kiribûn û piştî demekê li hev hatibûn. Her du rêxistin careke din bihev ketin. Hate zanîn ku Ahrar’uş Şamê hin fermandarên Cunduk Aksayê girtiye. Herwiha li hemberî vê rewşê Cundul Aksayê jî êrîş biriye ser çeperên Ahrar’uş Şamê û hin fermandarên vê rêxistinê girtiye.

Ji bo ku ev rewş bidawî bibe Feth El Şamê dest bi navbeynkariyê kiriye lê ev hewldan bê encam maye û pevçûn nesekinîne.

Li ser vê rewşê Feth El Şamê biryar girt ku Cundul Aksayê ji bin banê xwe derxe û daxuyaniyeke fermî belav kir. Di belavokê de hate diyarkirin ku Cundul Aksayê li gorî şertên agirbestê tevnegeriyaye û gotinên wan guhdar nekirine. Weke tê zanîn Cundul Aksa 3 meh berê ketibû nava bereya Feth El Şamê.

Di vê navberê de qadiyê şerîetê yê Ahrar’uş Şamê Abu Fatih Argalî ji rêxistinê veqetiya.

Li hêla din jî di navbera Feth El Şam û Ceyşa Mucahidîn de jî şer û pevçûn diqewimin. Hate zanîn ku ji bo şer û pevçûnên di navbera van her du rêxistinan de bidawî bibin, hin rêxistinên din ên terorîst navbeynkariyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu