AsyaEfrîqaNûçe

Li Taylandê 8 teqînên li pey hev: 4 kes kuştî û bi dehan kes jî birîndar bûn

Li bajaroka geştyaran Hua Hinê ya Taylandê ji şeva çûyî heya vê sibehê 8 teqînên li pey hev rû dan. Hate ragihandin ku herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, tûrîstên biyanî jî di nav de bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku BBCyê ragihandiye bombeyên li peravê hatin teqandin di nav guldankan de hatine veşartin û bi kumandayê hatine teqandin.Teqînên hanê li bajaroka tûrîstî ya Hua Hinç 200 kîlometrî dûrî Bangkok paytexta Taylandê qewmîne.

Serokê polîsan Sutthichai Srisopacharoenrat eşkere kir ku ji nav kuştiyan, jinekê xwarek difrota û dikandarek jiyana xwe ji dest dane.

Samer Bosameran alîkarê serokê polîsê devera Hua Hinê got: Teqîna yekem şeva çûyî derdora saeta 20`an  ser wextê herêmê li nêzîkiya kûpeke şevane qewmî û ya dudiyan jî 20 deqîqan piştî ya yekem û 50 metrî dûrtir qewmî.

AFP jî ragihandiye ku ji bilî 4 teqînên ku Hua Hinê qewmîn du teqîn jî vê sibehê li grava tûrîstî ya Poketê qewmîn û yek jî şeva pêncşemê (şeva çûyî) li derbasgeha girava tûrîstî Surat Tanî û Yek jî li ustana Trang qewmî.

Hate diyarkirin ku hîn  tu kes perpirsyara teqînê negirtiye ser xwe, xebatên eşkerakirina nasnameyên kesên birîndar ku ji bo dermankirinê bi ambulansa rakirin nexweşxaneyê, didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu