CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Taylandê balefira şer ketxwar

Balefireke hêzên esmanî yên Taylandê dema xwepêşandanek pêktîna ketxwar û balefirvanê wê balefirê jî jiyana xwe ji dest da.

Li Taylandê ji ber roja zarokan a netewî li başûrê welat li binkeya Hat Yai bi balefira şer a coreya JAS 39 Gripen ve xwepêşandanek hat pêkanîn û di dema xwepêşandanê de balefir ketxwar. Balefira ku ji temaşevanan dûr li qadekê ketxwar de, hat zanîn balefirvanê balefirê jiyana xwe ji dest da.

Gotûbêjê hikûmeta Taylandê Werachon Sukondhapatipakerachon daxuyaniyek da û diyar kir, serokwezîrê Taylandê Prayuth Çan-oça ji malbata balefirvan re sersaxî xwestiye. Li Taylandê di roja zarokan de her sal li qadên leşkerî mîhrîcan û xwepêşandanên ku gel jî beşdar dibe tên pêkanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu