CîhanEfrîqaNûçe

Li Ugandayê lehî: 20 mirî

Li Buyendeya herêma Ugandayê ji ber barana gur lehî rabû û di lehiyê da herî kêm 20 kes mirin.

Wîllam Kîîzayê Waliyê Buyendeyê daxuyanîda nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber lehiyê li herêmê tengasî derketin.

Kîîza wiha axivî: “Ji ber barana gur a ku duh bi şev dest bi barînê kir herî kêm 200 xaniyî zirar dît û ji 20î zêdetir kes mirin, ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Gregory Wanyamayê ji herêmê jî got, “Em li benda hikûmetê ne ku alîkariya sitarbûnê û xurekê bide me. Malên me û xwarin û xureka me ji dest çûn. Em hewcedarê alîkariya acil in.”

Başa dön tuşu