ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qayqa siûdî ji ber derbaskirina sînorên avî ji aliyê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî va hat desteserkirin

Rêvebirê giştî yê karên sînorî yê Wezareta karên hundir a Îranê, Mecîd Aqababayî got: “Ev qayqa erebistanî bi 4 xizmetkarên xwe yên hindî êvara pêncşemiyê li 4 mayliya rojavaya Girava Farsiyê ji ber derbaskirina sînor, ji aliyê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî va hat desteserkirna û ji bo derbaskirina qonaxên qanûnî radestî fermandetiya deryavaniya Îranê hat kirin“.

Aqababayî got: “Çar xizmetkarên vê qayqa siûdî hatine girtin ku lêkolîna ji wan didome“.

Rêvebirê giştî yê karên sînorî yê Wezareta karên hundir a Îranê bi bîr xist: “Hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îranê parastina sînorên avî yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo xwe wek erkekê dizanin û tevî rêzgirtina li cînaran li dorhêla Kendava Farsê, rê nadin ku tu aliyekî destdirêjiya ser avên Komara Îslamî ya Îranê bike û li ser esasa protokolên navneteweyî û mafên deryayan wê li hemberî destdirêjkeran raweste“.

Rawestana qanûnî û durust a qayqên geştî yên hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslam digel qayqa destdirêjker a siûdî li halekî ye ku vê dawiyê hêzên parêzvaniya perravî ya Erebistanê bi kiryareke nemirovane û berovajî erfa navneteweyî, gulle avêtine ser du qayqên masîgirên îranî ku ji ber pêlên deryayê ji riya xwe derketibûn ku di encamê da masîgirekî canê xwe ji dest da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu