CîhanNûçe

Li Venezuelayê helîkoptera leşkerî winda bû

Hat ragihandin ku li Venezuelayê helîkoptera leşkerî ku 13 kes têdebûn li herêma daristanên Amazonê winda bû.

Wezîrê Ragihandin ê Venezuelayê Ernesto Villegas di daxuyaniya xwe de ragihand ku helîkoptera leşkerî ya aîdî Hêza Çekdar a Venezuelayê ku menşeyê rûsî bû li daristanên Amazonê winda bû û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Ernesto Villegas di berdewamiya axaftina xwe de got: “Xebatên lêgerîna helîkoptera leşkerî ya Venezuelayê bi 8 balafirên kifşê didomin.” Lê Villegas derhekê kesên di helîkoptera windabûyî de agahî nedan. Ji aliyê din ve li gorî çapemeniya herêmî, di nava helîkoptera leşkerî de ji 13 kesan 5 jê sivîl in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu