ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, bêdengiya welat û saziyên navaneteweyî li hember kuştina tewafkiran li karesata sala buhurî ya Minayê û neşopandina hegerên qewimîna vê karesatê û nasandina sebebkarên wê, rexne kir.

Ayetullah Ehmed Cenetî, li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê, bal kişand ser derbasbûna salekê ji karesata Minayê ku di encama wê de nêzî heşt hezar  tewafkir ji ber bêtivdîriya Rejîma Alê Siûd hatin kuştin û got: Eva ku civaka cîhanî li ser vê cinayetê bêdeng maye û qet bona hederçûn û zeybûna xwîna ziyaretkerên mala Xwedê nerazîbûna xwe diyar nake, meriv matmayî dihêle.

Ayetullah Cenetî herwiha got: Li halekê ku divê mala Xwedê, cihê herî ewleh bibe, lê ji ber bêtevdîrî û hêjanebûna Rejîam Alê Siûd li vê cihê, bi hezaran  tewafkirên bêsûc canê xwe ji dest dan û heta birîndarên bûyerê jî li kolanan man ku eva sersariya berpirsên rejîma Siûdî nîşan dide.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, ji ber dewama fitnegerî kiryarên dijî mirovane yên wehabiyan, nigeraniya xwe diyar kir û destnîşan kir: Vê firqeyê hertim dijî berjewendiyên misilmanan pêngav rakirine û peyrewên wê ji wan gunehbarana in ku bona derbelêdana bi cîhana îslamê, her cinayetekê cih tînin.

Ayetullah Cenetî, herwiha li berteka li hember biryara vê dawiyê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Sekinîna  li hemberî şuştina pere (FATF) dijî hin kes û saziyên pereyî yên Îranê destnîşan kir: Chhatina vê biryarê ji aliyê Îranê, boykotkirina xwe tê hesêb û ew dil hene bi mihaneya sekinîna li hemberî şuştina pere, agahiyên pereyî û bankî yên Komara Îslamiya Îranê, bidin ber dest dijminan.

Xetîbê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê, destnîşan kir: Eva ku hin kes û saziyên inqilabî yên wek Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Pêgeha Xatem Ul Enbiya (s) ku dijmin wan qebûl nakin, boykot bikin, tu caran ji bo pergala Komara Îslamiya Îranê nayê qebûlkirin.

Ayetullah Cenetî li ser viya ku Komara Îslamiya Îranê, qet biryara FATF`ê ku li çarçoveya xwestekên hêzxurtan û ji wan Amerîkayê ye, cih nayne sekinî û got: Ev mijara dijî xêr û qazanca gel e û Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, divê bona ku pêşiya van biryarên neberaqil bigire û nehêle ku ew bi cih werin, karekê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu