IraqNûçeRojhilatanavin

Li Xaneqînê 3 serbazên Iraqê ji ber êrîşa DAIŞê birîndar bûn

Li herêma navçeya Xaneqînê terorîstên DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kirine û 3 serbazên Iraqê birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Diyalayê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanîn îro roja pêncşemê 04.02.2021ê li navçeya Xaneqînê terorîstên DAIŞê êrîşî serbazên Iraqê kirin û 3 serbazên Iraqê birîndar bûne. Herwiha navên birîndaran jî wiha ne: Qusey Ebid Elî, Sedûn Cabir Ewêd û Umer Elwan Ebdulla ye.

 Li gor zanyariyên BasNewsê piştî ew birîndar ji bo nexweşxanê hatine veguhestin yek ji wam jiyana xwe ji dest da. Herwiha li gundê Qaye yê nahiya Gulale yê DAIŞê êrîşî serbazê Iraqê kiribûn 2 serbaz kuştibûn û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Vê dawiyê terorîstên DAIŞê hewldanên xwe yên terorîstî li Iraq û Sûriyê zêdekirine, çend rojên dawiyê artêşa Iraqê operasiyoneke mezin li dijî vê koma terorîst da despêkirin ku di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin.

Başa dön tuşu