IraqNûçeRojhilatanavin

Felûce azad bû; Pevçûnên derdora bajêr didomin

Bi gihîştina hêzên iraqî bo kolana sereke ya Felûcê û navenda idarî ya vî bajarî û bilindkirina ala Iraqê li ser avahiya fermandariya bajêr, fermandarên iraqî li şerê dijî DAIŞ`ê nameyek ji serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ra şandin û nûçeya azadkirina Felûcê gihandine wî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, cîgirê serokê konseya Heşdi Şeibî, Ebo Mehdî Muhendis, sêkrêtêrê giştî yê rêxistina Bedrê, Hadî Amirî û Evdilwehab Saêdî, fermandarê opêrasiyona Felûcê li nameyekê ji bo Heyder Ebadî ev mijara ragihandine.

Fermandarê opêrasiyona Felûcê li daxuyaniyekê di roja îniyê da ragihand ku avahiyên hikûmetî li navenda Felûcê bi tamî hatine rizgarkirin û ala Iraqê li ser wan hatiye bilindkirin.

Hêzên polîsên navendî jî ragihandine ku ji bilî avahiya fermandariya Felûcê wan her viha ber bi kolana Bexdayê jî dest bi hereketê kirine.

Li gorî raporeke din, kolana Hey Nezalê ku ji taxên herî hestiyar û ciyê pevçûnên giran bû ketiye destê hêzên iraqî û her viha taxên Natiq Endolos, El-Meqbere û El-Serayê jî hatine azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu