IraqNûçeRojhilatanavin

Li Xaneqînê Operasyona nehîştina DAIŞê berdewam e

Hat ragihandin ku li navçeya Xaneqînê û derdura wê, operasyona ewlekariyê ji bo nehîştina çekdarên rêxsitina terorîstî ya DAIŞê bi awayekî berfereh berdewam e.

Di wê barê de, jêdereke ewlehiya Xaneqînê ragihand ku hêzeke hevbeş di navbera pêşmerge û artêşa û polîsên Êraqê de di parêzgeha Diyalayê dest bi operasyonên li dijî hebûna çekdarên DAIŞê kirine û di karên operasyonê de bi dijwarî berdewam in.

Başa dön tuşu