ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Refsencanî: Êrîşa siûdiyan li ser Yemenê nîşana kûrahiya kîna Yezîdên serdemê ye

Serokê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Pergala Komara Islamî ya Îranê êrîşa hovane ya firokeyên şêrr ên Erebistanê li ser gelê bêberevan ê Yemenê, nîşana kûrbûna kîna Yezîdên vê dem û dewranê li hemberî hogirên binemala pêximberê islamê (S) da zanîn.

Serokê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Pergala Komara Islamî ya Îranê êrîşa hovane ya firokeyên şlêrr ên Erebistanê li ser gelê bêberevan ê Yemenê nîşana kûrbûna kîna Yezîdên vê dem û dewranê li hemberî hogirên binemala pêximberê islamê (S) zanî.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê beşa peywendiyên giştî ya Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Pergala Komara Islamî ya Îranê, ayetullah Haşimî Refsencanî roja yekşemiyê li hevdîtina digel komeke cangoriyên dewrana heşt salên Berevaniya Pîroz (8 salên şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê li dijî Îranê) bal kişande ser cinayeta siûdiyan a kuştina gelê şîndar li Senayê û got: Êrîşa hovane ya firokeyên şêrr ên Erebistanê li ser gelê bêberevan ê Yemenê dema cihanîna rêûrismeke şîngêriyê, nîşana kûrbûna kîn û nefreta Yezîdên dem û dewranê li hemberî hogirên binemala pêximberê islamê (S) ye.

Wî amajeyî kiryarên salên dawiyê yên têrorîstan li dijî misilmanan bi taybet şîeyan li Iraq, Sûriye, Pakistan, Erebistan, Behrêyn û bi taybet Yemenê kir û şîe wekî gelê herî bindest ê cîhanê da zanîn.

Ayetullah Haşimî Refsencanî li beşeke din a axaftina xwe tevî raberkirina analîzekê li bara berxwedana gelê Îranê li hemberî komployan di heyama dîroka sî û çend salên vê dawiyê, bal kişande ser boykotên zalimane û got: Boykotên ku roj bi rojê zêdetir dibûn, di qonaxekê da ji ber sebr û hedar û hişmendiya gelê Îranê tûşî şikestê bûn û hêdî hêdî ber bi rakirina tam va terin ku mînaka teze ya wê kiryara duh ya wezareta xezînedariya Amerîkayê bû ku piştî wê ticaret, peywendiyên cîhanî û karên bankî yên Îranê dikarin hêsan bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu