Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

5 Gorên bikomî li navçeyên DAIŞê hatin dîtin

Li çend gundên bajarê Sêwêdayê yê Sûriyê 5 gorên bikomî hatin dîtin.

Roja Şemiyê 15ê Nîsana 2017ê komên dijberaya Sûriyê ragihandin ku wan li navçeyên ku di bin kontrola DAIŞê de bûn li gundewarê Sêwêdayê (Bîr elqeseb, Tel Dekwe û Elserîxî) 5 gorên bikomî dîtin.

Hin çalakvanan ragihandin ku şûnmayên îşkencekirinê li ser piraniya terman diyar dikir û hejmarek ji van terman bi madeyeke reş hatibûn sebixkirin. Herwiha nasnameya van terman ne diyare.

Ev gor di navçeyên dijbereyê de hatin dîtin, yên ku di dema dawî de ji destê DAIŞê kontrol kiribûn, û heya niha dîtin û derxistina van terman berdewam e.

Tê zanîn ku hejmarek mezin ji komkujiyan li navçeyên têvel li Sûriyê  li ser destê DAIŞê çêbûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu