NûçeRojhilatanavinSûriye

Şerê terorîstên Bereya El-Nusre û DAIŞ`ê li kampa Yeremûk a Şamê

Enadmên mayî yên koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê roja duşemiyê cardinê tev koma terorîstî ya bereya El-Nusre li kampa filistînînişîn a Yeremokê li başûrê Şamê, paytexta Sûriyê ketin pevçûnê.

Li gorî rapora IRNA`yê, pevçûna  navbera koma  terorîstî ya DAIŞ`ê û bereya El-Nusre ji roja yekşemiyê li kampa Yeremokê despê bû. Heya niha  li encama pevçûnên  hanê, pênc endamên bereya El-Nusre hatine kuştin û sê terorîstên DAIŞ`ê hêsîr bûne.

Giraniya van pevçûnan pirtir li navça  El-Rîceyê ya kampa  Yeremokê bûye.

Ev pevçûn  du rojên piştî pevçûna  DAIŞ`ê tev koma  terorîstî ya nasiyar bi  Cêyş El-Îslamê li taxa  El-Zînê ya kampa  Yeremokê destpê bûye.

Kampa Yeremokê navçeyeke filistînîişîn li başûrê paytexta Sûriyê ye ku ji destpêka   Nîsana 2015`an  bûye  cihê pevçûna terorîstên  DAIŞ`ê û bereya El-Nusre û  ev pevçûna  canê bi sedan kes ji xelkê bêguneh ê Filistînê xistiye xeterê.

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi cihanîna  hin kiryaran hewl dide ku tirs û xofê navbera rûniştiyên kampa awareyên filistînî ya Yeremokê  çê bike.

Başa dön tuşu