IraqNûçeRojhilatanavin

Hişiyariya Yûnîsifê li bara bandora diltezîn a şêrr ser zarokên iraqî

Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nasyar bi UNICEF`ê hişiyarî da ku sê miliyon û 600 hezar zarokên iraqî li ber gefa ciddî ya mirin, birîndarbûn, tundiyên cinsî, revandin û bikaranîna li nav hêzên çekdar in.

Li gorî rapopra ajans anûçeyan a Associated Press`ê, Sindoqa Zarokan (UNICEF) her viha ji aliyên şêrr li Iraqê xwestiye ku mafên zarokan biparêzin.

Li rapora ku îro anku pêncşemiyê, 30`ê Hezîrana 2016`an, hat weşandin, UNICEF`ê ragihand ku hejmara zarokên ku li Iraqê li ber xetera ciddî ya mirinê yan neçêbikaranînê di dewrana şêrr da ne, di 18 mehên buhurî da heta miliyonek û 300 hezar kesî zêde bûye.

Li vê raporê hatiye ragihandin ku êrîşa koma tekfîrî û siyonîst a DAIŞ`ê li ser navçeyin mezin li bakûr û rojavaya Iraqê di sala 2014`an da û opêrasiyona leşkerî ji bo derxistina wan ji van deveran, `Bandoreke diltezîn` hebûye û derdora çar miliyon û 700 hezar zarokên iraqî hewcedarê alîkariyên mirovhezane ne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu