ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina balyozê Îranê û Emar Hekîm li Bexdayê

Balyozê Îranê li Iarqê û serokê Civata Bilinda Islamî ya Iraqê li Bexdayê paytexta Iraqê hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Iraqê li hevdîtina tev Emar Hemîm serokê Civata Bilinda Islamî ya Iraqê li bara alûgurên navçê û Iraqê û plana nû ya vê civatê bona çareserkirina qeyrana vî welatî gotûbêj kir .

Danayîfer plana Civata Bilinda Islamî ya Iraqê însiaytîveke baş bo derketina ji qeyrana Iraqê da zanîn û tekze kir ku rêberên Iraqê bona baştirkirina rewşa welêt hêz û şiyana pêwîst hene . Emar Hekîm ku planeke duqonaxî bona derketina ji qeyrana niha û pêşdebirina plana reforma dewletê raber kiriye îro her wiha tev Yan Kobîc nunerê NY li Iarqê jî civiya û li bara plana pêşniyarkirî gotûbêj kirin .

Yan Kobîc jî li vê hevdîtinê ragihand ku ev plana bernama riyekê ye ku mafên hemî grûp û tevgerên siyasî garantî dike .

Emar Hekîm li bara vê planê tev Fuad Mesûm serokkomar û Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê jî hevdîtin kiriye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu