NûçeRojhilatanavinYemen

Li Yêmenê nexweşiya kolerayê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (RTC) ragihand ku li Yêmenê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya kolerayê mirin, derket 398 kesan.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Twitterê yê Ofîsa RTCyê ya li Yêmenê, li 19 parêzgehên Yêmenê ji 27 nîsanê vir va bêtirî 38 hezar û 300 waqieyên kolerayê hatin tespîtkirin. Ji ber nexweşiyê hejmara miriyan derket 398 kesan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sisêyan dudu nifûsê Yêmenê nikare ava vexwarinê ya paqij bîter bike û ji ber hindê nexweşiya kolerayê bilez belav dibe.

Komîteya Navneteweyî ya Xaçasor di daxuyaniya xwe ya duşemê da ragihandibû ku hejmara kesên mirin, derket 350yan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu