ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Yûnan, Otrîş û Bosniyê rêûrisma salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Atênayê, li rêûrisma rêzgirtina li salvegera serketina Înqilaba Îslamî li Atênayê, rayedar, kesayetiyên siyasî, aborî, çandî, nûnerên kilîseya Ortodoksa Yûnanê, nûnerên civatên misilman, balyoz û dîplomatên li Atênayê dimînin, îranî û hezkiriyên Îranê hebûn.

Li vê rêûrismê beşdaran salvegera serketina Înqilaba Îslamî li Mecîd Mutelibî Şebisterî, balyozê Îranê li Yûnanê, pîroz kirin.

Li vê rêûrismê, qaîm meqamê wezîrê karên derve û çend kes ji nûnerên Parlimanê û rayedar û berpirsên leşkerî yên Yûnanê tevî pîrozkirina salvegera serketina Înqilaba Îslamî, hêviya pêşketin û geşatî û serketinên zêdetir ji bo gelê Îranê kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Viyenê, Rêûrisma sî û nehemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê li cihê mayîna balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Viyena paytexta Otrîşê jî hat lidarxistin.

Li vê rêûrismê rayedarên siyasî, parlimanî û aborî, kesayetiyên çandî, mamosteyên zanîngehan û mêdyayên otrîşî û Slowakîyê her wiha serokên saziyên navneteweyî, balyoz û dîplomatên welatên din, rêvevbirên kompaniyan û çalakên aborî û hemwelatiyên îranî yên rûniştiyên bajarê Viyena paytexta Otrîşê beşdar bûn.

Rêûrisma sî û nehemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê li Sarayûvûya paytexta Bosnî û Hêrzegovînê jî êvara Îniyê bi amadebûna berfirteh a kesayetiyên siyasî, çandî, aborî, çalakên civakî û balyoz û nûnerên desteyên dîplomatîk ên welatên din li Bosnî û Hêrzegovînê hat lidarxistin.

Balyozê Îranê li Bosnî û Hêrzegovînê, Mehmûd Hêyderî tevî xêrhatingotina li beşdaran, got: Roja neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê salvegera serketina yek ji serhildanên herî gelanî yên sedsala bîstan e ku bi armanca nepejirandina zorbêjî û dîktatoriyê, koledarî û girêdayîbûn û bi armanca vejiyandina nirxên mirovî û îslamî pêk hat û serxwebûn û azadî û dêmokrasiya dînî ji bo gelê Îranê anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu