
Li gor Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaya Spî duh şev erdehejeke bi pileya 6.8a li welatê Yûnanistanê qewimî.
Navenda erdhejê Girava Zakynthosê bû û ew erdhej li gel bajarê Atîna yê paytexta Yûnanistanê, li welatên Malta û Albanyayê jî hat hîskirin.
Herwiha piştî erdheja bi pileya 6.8a, erdhejeke bi pileya 5.6a jî pêk hat.
Medyaya Yûnanistanê ragihand ku erdhej li herêmê zirar daye hinek şûnwaran.