EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka nahêle ku bankên îranî tevlî pergala malî ya cîhanê bibin

Rawêjkarê bankî yê odeya bazirganiya Komara Islamî ya Îranê wezareta xezanedariya Amerîkayê wek berbenda sereke ser riya girêdana bankên îranî bo pergala malî ya cîhanê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, rawêjkarê bankî yê odeya bazirganiya Îranê, Mihemedmêhdî Reîszade bal kişande ser pêkanîna danûstandinên erzî li cîhanê bi dolarê Amerîkayê û got: Bankên mezin ên ewropî ji ber hebûna peywendiya xwe ya bankî ligel Îranê ji aliyê Amerîkayê va hatin cezakirin ku ev yeka nîşan dide Amerîkayê sozên xwe li warê cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar binpê kirine.

Reîszade dayîna garantiyê ji aliyê wezareta xezanedariya Amerîkayê bo bankên ewropî wek rêkarek ji bo rakirina berbendên girêdana bankên îranî bo pergala malî ya cîhanê da zanîn û her viha got: Vê gavê gelek berbend li ser riya bazirganiya cîhanî ya Îranê hene ku ya herî sereke pêkanîna danûstandinên bankî ye.

Rawêjkarê odeya bazirganiya Îranê bal kişande ser pêwsîtiya peywendiya bi dolarê ji bo girêdana bo bankên amerîkî û ewropî û got: Rêkarên din ji bo danîna dewsa vê rêkarê li danûstandinên navneteweyî li ser ziyana abora welêt û xelkê ye.

Li vî halî, serokê giştî yê banka navendiya Îranê, Weliyullah Sêyfî li hevdîtina ligel wezîrê karên deve yê Inglîzê, Fîlîp Hamond, bal kişande ser cihanîna bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û çaverêtiya aliyê îranî li bara cihanîna sozên aliyê rojavayî û xwest ku bankên îranî vegerin rewşa berê û bi civaka abora navneteweyî va bên girêdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu