ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê: Em nahêlin ji nav axa Herêmê liv û tevgerên li dij Îranê cih werin

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Herêma Kurdistanê Îraqê nahêle ji nav axa Herêmê liv û tevgerên li dij Îranê cih werin.

Li gor ajansa nûçeyan a Mehrê berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî li hevpeyvîna bi malpera Tesnîmê ya Îranê re pesna hevkariyên curbicur ên  Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê da û ragihand ku ji vê herêmê re pêwendiyên navbera Her,ma Kurdistan û dewlet û gelê Îranê pir girîng û hêja ne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê  derheq êrişên vê dawiyê yên komên lidij Înqilaba Îslamî di nav axa Îranê got:Ji bo hilkolandina vê babetê de Komîsiyoneke taybet ji aliyê Tehran û Hewlêrê Pêk hatiyeî  û me kom û partiyên dijber hişyar kirine ku ji axa Herêma Kurdistanê li dij Îran û Tirkiyê îstifade nekin.û êrişên xwe dubare nekin.

Li 8ê vê mehê di navbera hêzên komên li dij Înqilabê û hêzên Îranê li devera Şinoyê şerek qewmî û hêzên Îranê çend kes ji hêzên li dij Înqilabê kuştin û birîndar kirin.

Vê dawiyê Konsolxana Îranê li Hewlêrê li ser van êrişên mirovên li dij Înqilabê daxuyaniyeke nerizamendiyê da rayedarên Herêmê û ji wan xwest ku rê li ber êrişên wiha bigirin.

Başa dön tuşu