ÎranNûçeRojhilatanavin

Lidarxistina merasima rêzgirtina li Hemaseya 9`ê Dêyê li Têhranê

Mrasima rêzgirtina li Hemaseya 9`ê Dêyê roja Kûrbînî û peymangirêdana Umetê digel Welayetê li nimêjgeha Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Îro pêncşemî, 29`ê Kanûnê beranberî salvegera amadebûna aşûrayî ya gelê hemaseçêker û welayetxwaz ê Îrana Îslamî li meşa girseyî ya roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Koça Tavî (30`ê Kanûna 2009`an) e.

Çîn û qatên cûrbicûr ên xelkê, telebe (xwendekarên navendên zanistên olî) û xwendekar beşdarî merasima rêzgirtina li Hemaseya 9`ê Dêyê li nimêjgeha mezin a Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bûn.

Beşdarên li vê merasimê dirûşmeyên “Mirin ji bo Amerîkayê“ , “Mirin ji bo Israîlê“ û “Mirin ji bo Munafiqên Komploger“ bilind kirin.

Her viha di dawiya vê merasimê da daxûyaniya 6 bemndî ya salvegera Yewmullaha 9`ê Dêyê hat xwendin.

Gelê Îranê di meşa girseyî ya xwe ya miliyonî di roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Koça Tavî (Beranberî roja 30`ê Kanûna 2009`an) da bi ragihandina bêzariya ji binpêkerên nirx û qanûnê li civakê, bersiveke vebirr û qahîm dane kesên komploger ku bi mehneya sextekariya li hilbijartina dehemîn dewra serokomartiya Îranê, riya nedirust û şaş girtibûn ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu