NûçeRojhilatanavinSûriye

Lihevkirina komên çekdar û artêşa Sûrîyê li parêzgeha Quneyterê idî teqil û tam bûye

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku lihevkirina komên çekdar û artêşa Sûrîyê li parêzgeha Quneyterê li başûra vî welatî idî teqil û tam bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA NEWS), bi dû vê lihevkirinê biryar e ku komên çekdar ên ku dixwazin ji herêmê derkevin ber bi Idlibê va bên şandinê û yên ku dixwazin bimînin jî çekên xwe radestî dewleta Sûrîyê bikin û artêşa Sûrîyê bizvire deverên ku heta berî sala 2011`ê li wan bûye.

Bi cihanîna vê lihevkirinê pirranîya deverên di bin kontrola komên çekdar li başûra Sûrîyê bilî başûra rojhilata Derayê û Quneyterê ku di bin dagirkerîya DAIŞ`ê de ye, wê bikevin bin kontrola artêşa Sûrîyê.

Artêşa Sûrîyê opêrasyona leşkerî ya xwe di 15`ê Hezîranê de ji bo azadkirina başûra vî welatî hevgavê demajoya aştîya netewî destpê kirîye.

Başa dön tuşu