NûçeRojhilatanavinSûriye

Samer Xelîl : Yên bixwazin di avadankirina Sûriyeyê de cî bigirin û razemeniyê bikin, divê şerê Sûriyeyê nekiribin

Serokê heyeta Sûriyeyê ya Komcivîna Yalta ya Aboriya Navnetewî Samer Xelîl ji Spûtnîkê re diyar kir ku pirsgirêkên navdewletî hatine nirxandin û got, yên bixwazin di avadankirina Sûriyeyê de cî bigirin û razemeniyê bikin, divê şerê Sûriyeyê nekiribin.

Xelîl da xuyakirin, “Hikûmeta Sûriyeyê ji bo hêsankariya veberhênerên biyanî çend qanûn derxistin. Li forûma Yaltayê me tercîha bo kompaniyên rûsî nirxand.”

Xelîl herwiha destnîşan kir, “Helbet li dahatuyê dê welatên din jî bikaribin li Sûriyeyê veberhênanê bikin, lê heke li dijî welatê me şer nekiribin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu