ÎranNûçeRojhilatanavin

Lihevkirina navokî li ser xêra Îran û navçeyê ye

Berdevkê dewleta Îranê got: Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar derfeta bikartanîna sermayedanîna biyanî û çavkaniyê erzî yên blokebûyî yên Îranê li derveyî welêt dabîn kir.

Berdevkê dewleta Îranê, Mihemedbaqir Nûbext roja pêncşemiyê, 14`ê Tîrmeha 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê li bajarê tewrîzê li bakûrê rojavaya Îranê her viha got: Tevî derbasbûba şeş mehan ji cihanîna Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar boykotên niftî yên Îranê hatin rakirin û derfeteke ghat dabînkirin ta Îran beşdariya navbneteweyî ji bo sermayedanîna li nav welêt bi kar bîne.

Nûbext bi gotina viya ku ji çielya sala 2016`an va heta niah zêdetir ji sê miliyar û 418 miliyon dolar ji bo 41 planên sermayedanîna rasterast a biyanî pêk hatiye, got: Piştî cihanîna Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar serokoamr, serokwezîr û seokparlimanên werlatên cûrbicûr ji wan welatên ewropî ji bo îmzekirina biryarnameyên bazirganî û sermayedanînê sefera Îranê kirin.

Cîgirê serokoamrê Îranê li vî halî destnîşan kir: Bankên derveyî ji bo pêkanîna têkiliyê tev bankên îranî pêngavên bilind rakin û Îran jî hewil dide ku rewşê ji bo sermayedanîna bankên biyanî dabîn bike.

Nûbext her viha amaje bi dijayetiyên Amerîka û Rêjîma Siyonîst ligel cihanîna Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar kir û got: Lihevkirina navokî biryarnameyeke Birin-Birin e û raya giştî ya cîhanê vê lihevkirinê li ser xêr û berjewendiyên Komara islamî ya Îranê û navçeyê dizane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu