ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Lihevkirinnameyên teze di navebra Îran û Iraqê da tên wajokirin

Hesen Nesîf Temîmî Serokê Lijneya Yekîtiyên Cotkariyê ya Iraqê roja sêşemiyê li hevdîtina digel serokê Odeya Bazirganî, Cotkarî, Pêşe û Madenan a Parêzgeha Gulistanê li bajarê Gurganê hêvî kir ku biryarnameyên dualî bibin biryarnamyên komkî di navbera sermayedanerên iraqî û beşên berhemanînê da.

Hesen Nesîf Temîmî Serokê Lijneya Yekîtiyên Cotkariyê ya Iraqê got: Welatê Iraqê dixwaze ku qanûnên sermayedanîna welatiyên biyanî li Îranê zêdetir nas bike.

Wî amajeyî pirsgirêka tendirustiyê li Iraqê kir û got: Gellek iraqî neçar in ku ji bo bidestxistina xizmetên dermanî berê xwe bidin welatê Hindistanê û eger ku imkana berfirehkirina peywendiyên hewayî digel Îranê were dabînkirin, dê gelê Iraqê pêşwziyê bikin.

Remezan Behramî serokê Odeya Bazirganî, Cotkarî, Pêşe û Madenan a Parêzgeha Gulistanê jî got: Li vê parêzgehê 90 cûre berhemên cotkariyên tên berhemanîn û ev yeka bûye sebeb ku vê parêzgehê roleke girîng li warê ewlehiya xwarinê li Îranê hebe û ji sedî 15`ê berhemên sipîyatîyê ên ku li parêzgeha Gulistanê tên berhemanîn, bo Iraqê tên şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu