NûçeRojhilatanavinSûriye

Liv û tevgerên terorîstan li Idlibê li dijî alîgirên aşitiya tev dewleta Sûriyê didomin

Koma terorîst a Tehrîr ul Şamê li rojavaya parêzgeha Idlibê li dû îdamkirina van kesan e ku alîgirê aşitiya bi dewleta Şamê re ne.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, çavkaniyên herêmîji malpera nûçan a El-Helê re gotin: Terorîstên Tehrîr Şamê, cûxeyên îdamê li meydanên  sereke yên bajarê Haremê li rojava parêzgeha  Idlibê pêk anîn û biryar e kesên ku daxwaza aşitiya bi hikûmeta  Sûriyê re dikin werin îdamkirin.

Tehrîr Şam tev hevaledniya  El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr li parêzgeha  Idlibê bi mehna  hewldana  kesên sivîl bo aşitiya  bi dewleta Sûriyê re dest bi şopandina û desteserkirina  wan dikin.

Ji aliyê din ve malpera nûçan a neyar a Inebê raghand: Kesên nenas du fermandên  koma terorîstî ya El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr  bi navên  Ebû Wasif El-Eskerî û Ebû Marya Îdarî li Rîfa Idlibê teror kirine.

Her wiha trimbêleke  bombekirî li nêzîkî meqera  El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr  li derdora bajarêî Erîhayê teqî ku  li encama wê du  terorîst hatin kuştin an birîndar bûn.

Heya niha tu komekê berpirsiyariya vê terorê negirtiye istûyê xwe lê vê dawiyê  navendên ser bi DAIŞ`ê li Idlibê û kuştina  hejmarek ji serkirdeyên terorîstî girtine istûyê xwe.

Niha li parêzgeha Idlibê, hejmareke zêde ji endamên komên terorîstî hene  û artêşa Sûriyê dixweze ku vê parêzgehê ji lepên terorîsan paqij bike.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bûye.

Başa dön tuşu