AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Maas: Yekem çalakiya aborî ya INSTEX pêk tê

Wezîrê karên derve yê Almanyayê piştî vegeriyana ji Îranê hêvîdarî kir ku yekem çalakiya di warê Rêbaza Taybet a Ticareta Ewropayê digel Îranê nasyar bi INSTEX pêk were.

Hayko Mas, Wezîrê karên derve yê Almanyayê roja Sêşemiyê dema vegeriyana ji Îranê di gotûbêja digel kanala 1ê ya Têlêvîziyona Almanyayê derbarê cihanîna INSTEX got: “Bi kemilîna qonaxên dawiyê, di hefteyên tê de, dê yekem çalakiya abûrî di çarçova Rêbaza Taybet a Ticareta Ewropayê digel Îranê nasyar bi INSTEX pêk were”.

Hayko Masê Wezîrê karên derve yê Almanyayê di hevdîtina bi Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hewildana Ewropayê jibo çalakbûna Rêbaza Taybet a Ticareta Ewropayê digel Îranê nasyar bi INSTEX got: “Yekîtiya Ewropayê jibo parastin û berfirehkirina hevkariyên abûrî bi Îranê ra dixebite”.

Ev di rewşekê da ye ku li gorî rapora kanala amerîkî ya Blombergê, dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê di dewama siyaseta xwe ya zexta herî pirr a abûrî li dijî Îranê li halê hilkolandina Însteksê ye.

Hemîd Beîdînijad balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Brîtanyayê hişyarî da ku bi boykotkirina Însteksê, ev rêbaz di rastiyê da ji nav çûye û Dîplomasdiya Ewropayê bi tamî têk diçe.

Ewropayê roja 31ê Çileya 2019an serê axir piştî bi mehan bi awayekî fermî damezirandina Rêbaza Taybet a Ticareta Ewropayê digel Îranê nasyar bi INSTEX ragihand. Ev Rêbaza Taybet a Ticareta Ewropayê digel Îranê nasyar bi INSTEX heta niha neketiye qada cihanînê.

Başa dön tuşu