IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Dije Teror: Îro emê mizgîniyê bidin

Hêzên Dije Terorê Iraqê piraniya taxa Wehde ya Mûsilê kontrol kirin. Şerê Îro ji hemû şerên bema borî girantir û germtir bûye.

“Şer û pevçûnên di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê berdewam dike. Pevçûnên herî dijwar îro qewimîn. Hêzên Iraqê hewl didin bi du milan ve taxa Wehde kontrol bikin û xwe bigihînin rûbarê Dîcleyê.”

Otomobîlên zirxpoş û tankên artêşê di nav taxa Wehdeyê de pêşve diçin û şerê kolan bi kolan tê kirin. Herwiha firokeyên şer jî îro 11 caran çekdarên DAIŞê dane ber bombeyan.

Bi kontrolkirina taxa Wehdeyê, Artêşa Iraqê dê gaveke din nêzîkî navenda bajêr bibe.

Ji aliyê din ve Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê Menî Sedî ragihand; “Kêm maye ku mizginiya gihiştina rûbarê Dîcleyê bidin.”

Sedî herwiha got; “Pir kêm maye, ku hêzên me xwe bigihînin Garaca Bakûr.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu