ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Malbata Cemal Xaşiqçi daxwaz kirin ku hemî kesên ku zanyariyên wan derbarê kuştina Cemal Xaşiqçî hene, bila bidin dadgehê

Malbata Cemal Xaşiqçiyê rojnamevan û rexnekirê Rêjîma Siûdî bi redkirina her cûre sazişkariya (aştî û lihevhatin bi dayîna serpişkiyan) tev dewleta Erebistanê, daxwaza kirin ku hemî kesên ku zanyariyên wan derbarê kuştina Cemal Xaşiqçî hene, bila bidin dadgehê.

Rojnameya amerîkî ya Washington Postê vê dawiyê bi raporekê ji zarê rayedarên siûdî û dostên malbata rojnamevanê kuştî yê erebistanî, nivîsî: Rêjîma Siûdî jibo cebirandina kuştina Xaşiqçî hin mal bi bihayê çend miliyon dolar û diravê mehane daye zarên wî.

Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an li Konsolxaneya Erebistana Siûdî li Istenbûla Tirkyê hat kuştinê.

Riyazê destpêkê kuştian wî înkar kir; Lê di dawî da li xwe mukur hat ku ev rojnamevan bi destê aliyên siûdî va hatiye kuştin.

Cemal xaşiqçî di lîsteya kesên di bin şopandinê ya Rêjîma Siûdî da bû.

Ev rojnamevan ji tirsa ku bê girtin, li derveyî Erebistanê dijiya.

Başa dön tuşu