CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Malezya: Mesela Filistînê meseleyêk cîhanî ye

Wezîrê werzişê yê Malezyayê berevaniya biryara dewleta vî welatî ya girtina pêşiya çûyîna werzişkarên Rejîma Siyoîstî bo Malezyayê kir.

 Li gorî rapora Fars Newsê, seyd Sadiq seyd Ebdulrehman roja duşemiyê derheq biryara  dewleta Malezyayê  bona girtina pêşiya çûyîna  werzişkarên Rejîma Siyonîstî bo Malezyayê got: Welatê wî bona mazûvaniya bûyereke navneteweyî, biryara xwe ku li gor  mirovantî û hevderdiya bi Filistîniyan re hatiey dayîn naguhere.

Wî her wiha got: Mesela Filistînê meseleyeke cîhanî ye û dewleta Malezyayê dê helwesta xwe li bara vê biryarê bi tu awayî neguhere.

Mahatîr Muhemed serokwezîrê Malezyayê jî heftiya buhurî bona dijberiya li hemebr mazûvaniya  melevanên  îsraîlî bona beşdariya  li pêşbirkên cîhanî yên avjeniya  2019`an li Malezyayê got: Werzişkarên  îsraîlî ser bi rejîmeke xapok in û gelê Malezyayê hez ji xapokan nakin.

Malezya ji 29 Tîrmehê heya  4 Tebaxê dê bibe mazûvanê pêşbirkên  qehremaniya  avjeniya 2019`an.

Başa dön tuşu