FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Rûhanî ser hişyariya misilmanan li hemberî îstikbar û siyonîsmê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya lis er vê yekê ku îstikbara cîhanî, Amerîka û siyonîsm hertim li dû komplo û şerxwaziya li dijî gelên navçeyê ne, li ser pêwîstiya hişyarî û berxwedana bi mêrxasî ya gel û welatên îslamî li hemberî komploya dijminan pêgirî kir.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokoamrtiyê, Hesen Rûhanî sibeha roja Çarşemiyê li hevdîtina bi berpirs û kargêrên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, balyozên welatên îslamî û mêvanên beşdar li Konfêransa sî û yekem a Yekîtiya Îslamî digel Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî, pirsgirêkên îro yên cîhana îslamê encama dûrbûna ji Qurana Kerîm û wehyê da zanîn û got: “Piştî serketina gelên misilman ên navçeyê li hemberî têrorîstan, îstikbar û siyonîsm li fikra ko,ployên nû ne“.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku divê em hema wisa li hemberî Amerîka, Rêjîma dagirker a Siyonîst û kirêgirtiyên wan hişyar bin, got: “Dijminan destwerdana xwe li navçeyê zêdetir kiirne û bi behrewergirtina ji Beytulmala misilmanan Rojhilata Navînê kirine ambara çekan“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sekinîna li hemberî azadiya Qudsa Pîroz wek komploya nû ya dijminên cîhana îslamê da zanîn û got: “Quds ya îslam û Filistînê ye. Quds cihek nîne ku welatek an hêzek bixwaze li bara wê li hemberî fikr, hest û bawerîya cîhana islamê bisekine.“

Rûhanî got: “Komara Îslamî ya Îranê xwazyarê çareserkirina kêşeyan ji rêya gotûbêjê ye; Lê nema guhertina sînoran li navçeyê dipejirîne û li hemberî destdirêjiya îstikbarê lis er pîrozweriyên îslamî radiweste“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku misilman ji wan gelê Filsitînê divê li hemberî komploya ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst yekdeng rabin ser piyan, her wiha got: “Welatên îslamî û Saziya Hevkariya Îslamî berpirsiyariyeka giran di vî warî da hene“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu