IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Masûm silav ji Esed re şand

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim li Bexdayê li gel Serokomar û Serokwezîrê Iraqê civiya.

Li gore daxuyaniya malpera fermî ya Serokomariyê, Fûad Masûm di dema pêşwaziya xwe de ji Wezîrê Derve yê Sûriyê re, got ku  ew di baweriyê de ye gelên Sûrya û Iraqê wê li dijî terorê biserkevin û daxwaza nehiştina terorê û şaneyên veşartî li her cihî kir.

Herweha Masûm bi riya Muelim, silavên xwe ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed şand û hêviya xwe da xuyakirin, ku di zûtirîn dem de gelê Sûriyê jiyaneke normal û aram bijî.

Ji aliyê xwe ve Welîd Muelim silavên Beşar Esed gihand Masûm û tekezî li ser çarenivîsa hevbeş a herdu gelan kir.

Welîd Muelim piştî hevdîtina Masûm, ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî hevdîtinek pêk anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu