CîhanEwropaNûçe

Mayê desthilata avakirina hikûmetê wergirt

Serokwezîra Îngilîztanê Theresa Mayê ragihand ku ji bo avakirina hikûmetê wê dest bi xebatê bike.

Maya ku di hilbijartina duhê de rêjeya pêwîst 326 parlementer dernexistin û ji bo avakirina hikûmetê bi 318 parlementerên ku derxistibû, îro serdana Koşka Buckingham kir û nêzîka 20 deqîqeyan digel Kralîçe Elizabetha 2yem hevdîtin kir.

May piştî hevdîtinê digel hevserê xwe çû serokwezîriyê û daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe da Mayê destnîşan kir ku wê bi piştevaniya Partiya Yekîtiya Demokrat a Bakurê Îrlandayê ku 10 parlementer derxistibûn, hikûmetê ava bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu