ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê: Xebatên mezebî yên Îranê li Sûriyê li çarçoveya yekitiya umeta Îslamî ye

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê roja sêşemiyê li hevdîtina tev Aetullah seyd Ebulfezl Tebatebayî Eşkezerî, nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vî welatî li Şamê destnîşan kir ku xebatên mezhebî yên Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina yekitiya umeta Îslamî ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  Muhemed Ebdulsetar bal kişand ser peywendiyên baş ên  Îran û Sûriyê û got: Erebistana siûdî ji hevaltiya  Têhran û Şamê pir hêrs bûye.

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê bal kişand ser hewldanên  Erebistanê jibo rewacdayîna  fanatîzmê li Sûriyê û got: Rejîma Siûdî heya niha  nekariye  bighêje armancên xwe yên  kirêt li Sûriyê.

Muhemed Ebdulsetar El-Seyid her wiha got: Ev hevdîtina  derfetekê ji bo yekitiya  zêdetir a gelên  Îran û Sûriyê ye.

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê her wiha  diyar kir: Hevdîtina  alimên  mezhebên  curbicur  bi hev re  tim ji bo pêkanîna  yekitiyê kêrhatî bûye.

Nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li Sûriyê jî li vê hevdîtinê got: Hevdîtinên  dewreyî tev aliman û ramanwerên sûrî li çarçoveya xurtkirina  yekitiya navbera misilmanan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu