NûçeRojhilatanavinSûriye

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên Artêşa dagirker a Tirkiyê hatin kuştin

2 çeteyên dagirker ên ji bo dizî û talanê ketibûn gundê Leylan ê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin hedefgirtin. Di encamê de her du çete hatin kuştin û motorsklêtek hat îmhakirin.Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî mijara kuştina du şeteyên ser bi artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da û tê de ragihand: “Di 9`ê Îlonê de, li gundê Leylan ê bajarokê Til Temirê 2 çeteyên dagirker ku ji bo daran qut bikin û malên welatiyan talan bikin ketibûn gund, ji aliyê şervanên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de her du çete jî hatin kuştin, motorsiklêta çeteyan jî hat rûxandin.”

Başa dön tuşu