ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Meclisa şêwra îslamî ya Îranê piştgirî da jordebirina hevkariyên bi Sûriyê re

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî îro sêşemiyê li gotûbêja telefonî bi Muhemedcîhad El-Leham serokê parlemana Sûriyê re got : Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide jordebirina asta hevkariyên Îran û Sûriyê.

Serokê parlemana Sûriyê her wiha bijartina dubare ya Elî Larîcanî wek serokê meclisa şêwra Îslamî pîroz kir û got ku parlemana nunerên Sûriyê di dewreya nû de ji berfirehkirina hevkariyên navbera meclisa şêwra Îslamî ya Îranê pêşewaziyê dike.

Serokê parlemana Sûriyê destnîşan kir: Di dewra nû de têkiliyên dostane di navbera meclisên her du welatan da dê bidomin û bi hewldana hevpar hevkariyên navbera her du aliyan dê werin berfirehkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu