IraqNûçeRojhilatanavin

Li Bexdayê teqîn: 25 kuştî û 75 birîndar

Sê teqîn li bakurê Bexdayê çêbûne û di encamên de bi dehan iraqî û îranî hatine kuştin û birîndar bûne.

Êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî li xaleke kontrolê bi navê “Seyteret el-Enwa” li navenda Selahedînê li Tikrîtê pêk hat ku di encamê de 7 kes hatin kuştin û nêzîkî 15 kesî birîndar bûn. Heman çavkaniyê diyar kir ku teqîn li nêzîkî newalekê pêk hatiye û hêzên ewlekariyê hîn li termên kuştiyan digerin. Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê îro ji peyamnêrê me re ragihand ku li otogarekê navçeya Samirayê du teqîn pêk hatine û di encamê de 18 kes hatine kuştin û nêzîk 60 kesî jî birîndar bûne ku di nav wan de geştyarên îranî jî hebûn. Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku ihtimal heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û niha hêzên ewlekariyê Û yên hawarçûnê niha birîndaran radikin nexweşxaneyên Tîkrîtê. Heman çavkaniyê diyar kir ku qedexeya çûn û hatinê li herdû herêman hat ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu