EwropaMafên MirovanNûçe

Mecron êrişa ser mizgevte li Fransayê şermezar kir

Serokomarê Fransayê êrişa ser mizgevta Bayonê li başûra rojavaya wî welatî karekî nefretçêker wesif kir û şermezar kir.

Serokomarê Fransayê Enamoel Mecron li Twitterê bi gotina vê yekê ku komara Fransayê dê tu wexta nefret û bêzarîyê tamul neke, dîyar kir: Pêngavên pêwîst jibo cezakirina bikirên wî karî û parastina hevwelatîyên misilman dê bên rakirinê.

Rayedarên din ên fransî jî êrişa ser misilmanan li ber mizgevta Bayonê li başûra rojavaya wî welatî şermezar kirin.

Duh kesekî li ber mizgevta Bayonê li devera Pîrnê Atlantîkê li başûra rojavaya Fransayê misilman dan ber gulleyan ku di encamê de du misilman birîndar bûn ku rewşa yekî xedar û giran e.

Piştî wê êrişê, kesê êrişker li ber derê mala xwe ji hêla polîsan va hat girtinê.

Êrişên komên tundrê û dijberê Islamê ser misilmanan û navendên islamî di mehên vê dawîyê de li pirranîya welatên ewrûpî ji wan li Fransayê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Hevgavê vê yekê dewleta Serokomarê Fransayê misilmanê vî welatî gellekî bisînor kirine. 

Başa dön tuşu