NûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: Kiryara Amerîkayê li dijî leşkerên me, êrîşkarî ye

Nûnerê Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyayê Beşar Caferî, êrişa hewayî ya li dijî leşkerên Sûriye yên li ser sînorê Urdunê ya koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiyê wê dike wek ‘êrişkarî’ nirxand.

Caferî, di dema hevdîtinên aştiyê ya Sûriyeyê, Cenev-6ê de daxuyanî da rojnamegeran û derbarê êrişa hewayî ya li dijî leşkerên Sûriye yên li bajaroka El Tanfê ku dikeve başûrê Sûriyeyê ya koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike de got: “Ev erişkariyekê Amerîkayê ye ku li dijî Sûriyeyê pêk aniye ye.”

Caferî eşkere kir ku vê êrişî di hevdîtina bi Nûnerê Taybet ya Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura re nirxandine û wiha pê de çû:

“Tiştên girîng ew e ku, zexmbûna hêrsa me ya siyasî ye. Lewre terorîzma ku temsîliyeta wê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin û li dijî terorîzmên hikûmet û dewlet ên li welatê me, em dixwazin şer bikin. Him êrişkariya Amerîka, him Fransa û him jî yê Brîtanyayê jî di nav de ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu