ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Îsmaîlî: Berxwedan, sirra serketina rastîn li hember dijminan e

Emîr sertîp Ferzad Îsmaîlî li merasima  cejna  dayîna  derece û pileyê bo eskerên  perwedeyê li Têhranê, got: Îqtidar û ewlehiya Nizama Komara Îslamî ya Îranê li 40 salan boykot û gefê ji aliyê îstikbara cîhanî, encama  li xwe buhurînê û hewldana  hêzên çekdar e.

Emîr sertîp Ferzad Îsmaîlî bal kişand ser vê yekê ku dijmin qet newêrin ku li navçê  serê xwe hilînin û got: Hêza însanî ya pispor û cureyên  kelûmelên  modern ên  navenda  brevaniya hewayî ya Xatemulenbiyayê(s) ya artêşê li kêleka  hêzên çekdar ên Îranê, bayeke hênik ji bo gelê Îranê û cînaran û cehnemeke  kel ji bo dijminên  sonxwarî yên nizama Îslamî ye.

Fermandê navenda berevaniya hewayî ya Xatem-Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, hêzên  çekdar ên heq û batilê bi hev reqiyas kirin û diyar kir: Hêsîrbûna  bi lehengtî ya şehîd  Muhsin Hucecî ji parêzvanên heremê û  nihêrîn û baweriya wî û qurûr û xîreta  wî ya olî li nava  qaba  medyayê cîhanê, tevî ku  xurtî û berxwedana  têkoşerên  bereya heqê, nîşan da, her wiha  asta bilind a pştgvaniya fikrî û armancên  pîroz  ên  têkoşerên  bereya berxwedana  Îslamî nîşanî gişkan da.

Muhsin Hucecî ji parêzvanên heremê, , 9 Tebaxa 2017an  piştî hêsîrbûna  ji aliyêendamên koa terorîstî ya DAIŞê li sînorê navbera Sûriyê û Iarqê şehîd ket.

Fermandê navenda berevaniya hewayî ya Xatem-Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, her wiha  bal kişand ser şerê nerim ê dijmin û got: Amadebûna  ciwanên  Îrana Îslamî li çeperên  çandî,  dijminan li erdê dixe û li vî şerî jî dê serketina dawiyê ya bereya heqê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu