IraqNûçeRojhilatanavin

Gorek komî yê nû li Mûsilê hat dîtin

Gorek komî yê nû ku ji cenazeyên endamên hêzên ewlekarî û welatiyên sivîl bêtirî 40 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin li rojhilatê Mûsilê hat dîtin.

Aktîvîstek herêmî Muhannad Mahmud ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku niha xebat bo eşkere kirina nasnameya cenazeyan dikin, “Bi saya nasnameyekê ku ji ser cenazeyekî derketiye, ew kes mîralay bû ye.

Hêzên Seferberiya Gelê Iraqê di 11ê Adarê de gorek komî ku cenazeyên 500 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin dîtibûn. 87 milîtanên ku tê payîn di qetlîamê de cih girtine hatibûn desteserkirin.

Terorîstên DAIŞê, 670 girtiyên li girtîgeha Badûşê ku di Hezîrana 2014an de bidestxistibû kuştibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu