IraqNûçeRojhilatanavin

Li êrişa Qaimê, terorîst hatine kuştin

Fermandehiya hevpar a operasyoan eskerî li Iraqê roja pênşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê li bara buyera bajarê sînorî ya Qaimê ser bi parêzgeha El-Enbarê li 500 km rojava Bexadyê got ku terorîst li vê êrişa hewayî ketine ber êrişê û hatine kuştin.

 Li gorî rapora  IRNA`yê,  fermandehiya  hevpar li vê daxûyaniyê  ku midehek berî niha hat weşandin ji medya û siyasetvanên  Iraqê xwest bi propagendeyên  derew ên koma terorîst a DAIŞ`ê neyên xapandin û tekez kir: Yên ku ketine ber vê êrişê û hatine kuştin, hemî serkirdên DAIŞ`ê ne.

Li gorî vê daxûyaniyê hêza hewayî ya Iraqê li gorî raporên îstixbaratî yên eseh duh berêvarê êriş kir ser sitargehekî terorîstan li navça El-Kerablê li bajarê Qaimê  ku malekî duqatî bû ku têde 25 kesên xwekuj ji welatên curbicur xwe veşartibûn û bin fermandetiya kesekî bi navê Ebûmîsere El-Qefqazî de bûn.

Li daxûyaniyê hatiye   ku hêza hewayî ya Iraqê li gorî raporên  eseh sitargeheke din a terorîstan nasiay bi  Enqemasî da ber êrişan ku maleke  duqatiyê zer bû ku têde 30-40 terorîstên biyanî xwe  veşartibûn.

Daxûyaniyê diayr kiriye  ev meqer bi hûr û kûrî û li gorî raporên eseh ketine ber êrişê.

Li daxûyaniyê hatiye tekezkirin ku hêzên çekdar ên Iraqê ser parastina  can û tendrustiya  welatiyan û rizgarkirina  wan ji  destê DAIŞÊ li dema herî nêîzk de teekz dike û ji hemî medyan dixweze nûçan bi hûrî û kûrî û bi hestyarî biweşînin.

Vê daxûyaniyê ji hemî medyan xwestiye li bara  her cure  propagendeyên  DAIŞê hişyar bin.

Malpera Emaqê ya DAIŞê hin wêne li bara  sietên  destpêkê yên bombebaran weşandine û îdia kiriye  ku hêzên hewayî yên Iarqê êriş kirine ser xelkê sivîl.

Hin medyayê erebî yên  navçê yên mîna  Cizîra Qeterê û El-ERebiya  Erebistanê jî li gor  van  wêne û vîdyoyên DAIŞê dewleta Iraqê tawanbar zanîne.

Li vê çarçêvê Selîm Cubûrî serokê parlemana  Iarqê li yekim berteka li hember vê bûyerê daxwaza lêkolîna li bara bûyerê kir û  Muhemed El-Kerbolî nunerê parlemana Iraqê li bara damezrandina  komîteyekê ji aliyê parlemanê jibo şopandina  ev bûyerê agahî da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu